1. helbestvanekî kurd ê zaza yê kurmancînûs e, eslê xwe ji paloyê ji gundê sêraçûrê ye. bavê wî di şerê cîhanê yê yekem de miriye, diya wî piştî vê sê salan dev jê berdaye û çûye yekê din re zewiciye, ew maye cem mamê xwe. paşê li gundê xwe edara wî nebûye û wek gelek ciwanên wî demî berê xwe daye binxetê. çi kiriye çi nekiriye dîtiye ku ji bilî xwendinê ti rêyeke wî nîn e û bi pêşniyaza cemîlê seyda yê liceyî berê xwe daye gundê xizna yê Qamişlo berdestê Şêx Ehmedê Xiznewî. li berdestê wî 7 salan di medreseya kurdistanî de perwerdehiyê dibîne, zazakî jixwe dizane, ji medreseyê jî herdu zaravayên din kurmancî-soranî gelekî baş hîn dibe, ji xeynî van hînî erebî, farisî û tirkî jî dibe.li rojava li gelek deverên kurdan melatiyê dike, ji ber ku li hember şêx û axa û dewletên dîktator e rastî gelek tehdeyiyan tê. ew jî berê xwe dide helbestê, parçebûn welatê xwe û xizaniya gelê xwe di helbestên xwe de dihûne. dewleta sûrî çend caran diavêje ser mala wî û gelek dest didane ser destnivîsên wî, daktîloya wî. di gel van jî heta îro ev berhemên wî hene: |
|
09.06.2015 16:11 ~16:12 |
xendekî
|
2. behsa salbûna xwe dike: |
|
09.06.2015 16:19 |
xendekî
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |